Salek ser kareseta EFRÎNÊ

Salek ser kareseta EFRÎNÊ

Mar 17 2019

ARK NEWS ..Îro salvegera yekem ya derbasbûna girûpên çekdar ji bo Efrînê ye ku bi êş, xem û hesreteke pir mezin kurd salveger kerasrta Efrînê tînin bîra xwe, ku ta niha pêşaroja Efrînê ne diyar e û tu kes nizane dê çi bi ser wê de hîn jî were.

Beriya sala 2018an hikûmeta Turkiyê, û berpirsên wê gefa derbasbûna Efrîna Rojavayê Kurdistanê didan, ji despêka sala 2018an liv û tevgera Turkiyê ya leşkerî li ser sînorê Efrînê roj bi roj bihêztir bû, bê ku aliyên kurdî nexasim PYDê ku desthelatdar bû çareyekê ji wan gevan re bibe da ku Turkiyê derbasî Efrînê nebe.

20î Çeleya 2018an êrîşên Turkiyê yên esmanî, û bejayî li ser herêma Efrînê dest pê kir, û navenda bajêr, û şeş navçe, Raco, Şiyê, Cindirêsê, Mabeta, Bilbilê, Şera, û gundên wê rastî topbaran, û bombebaranê hatin .

Şer 58 rojan de berdewam kir, ku di çarçoveya wan rojan de bi hezaran ji ciwanên kurd yên nav PYDê de şehîd bûn, herwiha bi hezaran ji welatiyên sivîl ji ber êrîşên esmanî yên Turkiyê birîndar, û şehîd bûn, û jiyana xwe ji dest dan .

Herwiha bi hezaran ji navendên hikûmî û navendên xizmetguzariyê wek dibistan, nexweşxane, şarederî, firoşgehên welatiyan, rastî rûxandinê ji ber êrîşên esmanî hatin .

Li gor siyasetmedaran derdora 7000 şehîd li Efrînê ketine, piraniya wan xelkê Efrînê bûn, û çekdarên QSDê wek PYDê ragihandiye bi hawar Efrînê ve nehat, bi tenê ew kerwana ku hatibû Efrînê pê berpirsên PKKê û PYDê berê xwe dan deverên din û reviyan .

Di dema şer de beriya PYDê ji her gundekî vekişe mayîn di nav zevî , mal û milkên sivîlan de diçandin, dema xelk vedigerî malên xwe mayîn di wan diteqîn û şehîd dibûn, ku bi sedan ji xelkê Efrînê bûne qurbaniya wan mayînan .

Piştî ku artêşa Turkiyê, û girûpên çekdar destê xwe danîn ser piraniya gundên sînorî, û pênc navçe ji bilî Mabeta, di 18 Adara 2018an PYDê ji Efrînê vekişî piştre girûpên çekdar derbasî navenda bajarê Efrînê bû, piştre bi çend rojan, ango di roja 64an de, Turkiya bi fermî ragihand, ku Efrîn kontirol kiriye, lê hîn 12 gundên Efrînê ji aliyê herdu bajarokên Nubil, û Zehrayê ve mane ew jî li gor çavdêran ji bo parestina wan herdu bajarokên şî'î bûn .

Xelkê gundên sînorî ji ber êrîşan derbiderî navenda Efrînê bû, û ji ber girbûna êrîşên esmanî, û bejayî li ser Efrînê bi deh hezaran ji xelkê Efrînê derbider bûn, û berê xwe dan derdora Helebê, û li wir kamp ji wan re hatin demezrandin, ku di rewşeke xirap de dijîn û herdem çavên wan li vegerê ye .

Di 16ê mehê de ango beriya debasbûnê bi du rojan dema xelkê hewil dida ji navenda Efrînê berev gundên xwe biçin lê PYD li ser rêgirîkirin û nehiştina xelkê li ser rêbenda Mehmûdiyê rijd bû ku di wê rêbenda Mehmûdiyê re xelkê karîbûn perê bidin hemû navçey û gundan lê PYDê nehişt xelk vegere yan jî berê xwe bidin gundên xwe piştre cereyek gaze teqiya da ku xelk vegere û berê xwe dibe rêbenda Turindê ji ber ku ew rêbenda Turindê vekirî bû û li gor siyasetmedaran nehiştina PYDê ji vegera Xelkê ji rêbenda Mehmûdiyê û rêdana ji rêbenda Turindê da ku xelk berê xwe bidin deverên derdora Helebê ji ber ku PYDê dizanîn ku dê ji Efrînê derkeve û ew yek pilankiriî bû û bû sedemek ji guhertina demografiya Efrînê .

Girûpên çekdar dema derbasî Efrînê bûye wek kuliyên erdê dest bi karê diziyê kir, hemû mal, milk ,kel û pelên nav malan de, firoşgeh, dukan , kargehên dirûtinê , guvajgeh û kargehên bêrînê, yên welatiyên sivîl talan kir, û otombêl, û tiraktorên welatiyan dizî, û li Idlibê û Izazê hatin firotin .

Herwiha peykerpê Kawayê hesnkar li dewara Pêşesaziyê rûxand

Piştre dest bi kiryarên nemirovî kir û bi dehan welatî bi destê wan hatin terorkirin, û kuştin, û bi hezaran hatin binçavkirin û rastî lêdanê hatin, û li hember serbestberdana wan daxwaza pereyan kir .

Li aliyekî din girûpên çekdar rê li ber derbiderên ereb vekir da ku li şûna kurdan de bi cî bibin, di encam de guhertinek demoxrafî çêbû, û êdî kurd li Efrînê bûne kêmnetewe, herweha PYDê jî bû sedema guhertina Efrînê ji ber ku nehişt derbiderên kurd vegerin Efrînê .

Tevê damezrandina Encûmenên Xwecihî, lê karê dizî û talankirinê ji aliyê girûpan ve nehate rawestandin, û herdem bac li ser welatiyan disepandin. Derbeya mezin ji ziyana abûrî biryara qedexekirina firotina berhemên zeytê ji bo dervey Efrînê bû.

Welatiyên Efrînê, herdem bihêvî û omîd in ku herêma wan careke din wek berê vegerin, û xelk û şêniyên wê li mal û milkên xwe vegerin, û girûpên çekdar derkevin û gund û bajarê wan şên bibin û aştî û aramî belv bibe

Ş.E

449