Nivîsgeha Tenduristî li ser tomarkirina hilgirên koronayê li Efrînê hate deng

Nivîsgeha Tenduristî li ser tomarkirina hilgirên koronayê li Efrînê hate deng

Mar 24 2020

ARK NEWS... Nivîsgeha Tenduristî ya Encûmena Xwecihî ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê li ser tomarkirina rewşên koronayê hate deng û tekez kir ku tu hilgirên koronayê nehatine tomarkirin.

Nivîsgeha Tendurisrî ya encûmenê li ser rûpela xwe li fêsbûkê ragihand ku nexweşxaneya niştîmanî hatiye girtin da ku were pakkirina û xawînkirin, ew jî bi mebesta pêşwazîkirina hilgirên koronayê.

Nivîsgeha Tendurisrî tekez kir ku tu hilgirên koronayê li Efrînê tune ne, û ew bi rêkarên xweparastinê radibin.

Beriya çend rojan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan li ser zarê rêveberê wê ragihandbû ku, 2 kes li Efrînê bi koronayê ketine, lê hîn jî nehatiye tekezkirin.

Ş.E

474