Bakurê Rojavayê Sûriyê.. Rêjeya malbatên li jêr xeta hejariyê bihtirî 91%
Tîma Bersivdana Sûriyê tekez kir ku rêjeyeke mezin ji malbatên bakurê rojavayê Sûriyê li jêr xeta hejariyê dijîn, ji ber kêmbûna alîkariyên mirovî yên ku ji herêmê re tên pêşkêşkirin û rawestandina bi dehan projeyên berê li kampan.
Rêjeya malbatên li jêr xeta hejariyê de gihîştiye 91.18% û rêjeya malbatên di bin asta birçîbûnê de gihîştiye 41% ji tevahî malbatên li jêr xeta hejariyê û 33% ji koçberên kampan di nav sînorên birçîbûnê de têne dabeş kirin.
Li gorî jêderê, sedema sereke ya zêdebûna berçav a hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye di heyama meha borî de, kêmbûna alîkariyên mirovî yên ku ji herêmê re hatine pêşkêşkirin û rawestandina bi dehan projeyên berê li kampan e.
514
