Dêrik... ENKSê seredana nivîsgeha PDK-Sê kir
Feb 17 2020
ARK NEWS... Duh roja Yekşemê 16ê Sibata 2020î, Encûmana Xwecihî ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, seredana nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, kir.
Nûçegîhanê ARKê li bajarê Dêrikê ragihand: Şanda Encûmana Xwecihî ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, li bajarê Dêrka Rojavayê Kurdistanê, bi mebesta pîrozbahiyê serdana nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê kir.
Jêderê da zanîn jî ku şand ji aliyê serkirdayetiya Partî ya bajarê Dêrkê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, pêşhateyên dawiyê li ser sata Rojabayê Kurdistanê û Sûriyê gengeşe kirin.
Ş.E
452
