Fermandariya Pêşmergeyên Roj şehîdbûna Pêşmerge Sebrî Silêman ragihand
Dec 05 2020
ARK NEWS... Îro 5ê Berçileya 2020an, fermandariya hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj sersaxiyek bi şehîdbûna pêşmergeyekî leşkerê Roj belav kir.
Di nameya sersaxiyê de, fermandariya hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, şehîdbûna Pêşmerge Sebrî Hacî Silîman ragihand, ku ji ber nexweşiyekê çû ber dilovaniya Xwedê û şehîd bû.
Şehîdê Pêşmerge Sebrî Hacî Silêman, ji furqeya yekê ya hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj e, û xelkê gundê Girkê Selma yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.
Ş.E
450
