Nexweşiyên giran di nav kampên derbiderên Efrînê de belav bûne
ARK NEWS .. Ji bilî rêgirî û astengiyên berpirsên PYDê ji derbiderên Efrînê re yên li deverên Helebê dimînin dirust dikin di vê dema dawiyê û ji ber neguhdana tendirustî û tunebûna navendên guncaw li wan kampan de nexweşî di nav derbideran de balav bûye.
Li gor çalakvanên Efrînê li ser tora civakî belav kirine ku nexweşiya kulbûna kezeban di nav derbiderên Efrînê de li kampên derdora Helebê ku nav lê kirine deverên Şehbayê de belav bûye û tekezî li ser tomarkirina 56 rewşan kirine.
Di nav 56 kesan de 27 zarok in û 7 jê jin in bê ku alîkariyên tendirûstiya yên guncaw ji wan re werin pêşkêşkirin .
Di serê heyva Tebaxê de rêxistina Lêbûrîna Navdewletî raporta xwe ya yekem derbarê Efrînê û binpêkirinên derheqê Efrîniyan de têne pêkanîn belav kir ku di nav raportê de û piştî eşkerekirina binpêkirinên Turkiyê û girûpên çekdar behsa binpêkirinên rêjîma Esed û PYDê li nava kampan de kir .
Û got welatiyên Efrînê yên ji ber şer reviyane û niha li kampên li deverên Helebê dijîn ku hijmara wan 140 hezar kes e tu alîkarî û xizmetguzarî ji wan re nayên pêşkêş kirin û ne xasim guhdana tendirûstî û wê ji nexweşan re nayê vekirin da ku berê xwe bidin Helebê .
Û çekdarên bi ser rêjîmê ve nahêlin derbiderên Efrînê ji deverên gundên Helebê derkevin û berê xwe bidin bajarne din ku hijmarek ji wan neçar dibin pereyên zêde bidin da ku bi qaçaxî derbasî Helebê bibin .
Û serbar kiribû çekdarên YPGê bi mebest rê li pêşiya xelkê Efrînê digrin da ku venegerin mal û warên xwe ku tevî wê yekê bi sedan riyên çiyayî re xwe gihandin Efrînê .
Emnistî herwiha dabû diyarkirin ku bi tenê Nexweşxaneyek û du Nûrîngeh li devera ku bi Şehbayê tê naskirin heye û tu pisporên pizîşkî di wan deran de tunene.
800
