
Efrîn.. Du welatiyên Kurd hatin girtin, yek ji wan xwdan pêdiviyên taybet
Aug 09 2024
Binpêkirinên girûpên çekdar li dijî welatiyên Kurd li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewme.
Li gorî jêderên taybet ji ARKê re dane zanîn ku Zêrevanên sînorî bi serkirdeyetiya Salim Cimbaz ye ser bi girûpa Feyleq Şam ve di 6ê Tebaxa 2024an du welatiyên Kurd girtin, yek ji wan xwdan pêdiviyên taybet.
Herdu welatî binavê Zekeriya Horo 60 salî û Ziyad Horo 25 salî li gundê Ekbes ya ser bi navçeya Raco li Efrîna Rojavayê kurdistanê hatin girtin.
Heman jêderê serbar kir ku herdu welatî bi tuhmeta şivantiya pez li nêzîk sînorê Turkiyê hatin girtin û ta naha tu zaniyarî li ser wan tune ne.
217