Li bajarê Kobanî nirxê xaniyan bilind dibe
Welatiyên bajarê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê nexasim ciwan rastî zehmetiyên dabîn kirina xaniyan tên, ew jî ji ber bilindbûna nirxê xaniyan bi sedema şandina gujmên pereyan yên ku ji Ewropayê tên.
Ji ber rewşa wan ya aborî zehmet nikarin xaniyekî ji bo xwe bikirn û yek ji sedemên paşketina hevjîniyê.
Ferq û cawazî navbera mûçeyên kesê li hindur 200 Dolar û kesên li dervayî welat 1500 Dolar heye.
jêderên xwecahî dane zanîn ku nirxî her xaniyekî navbera 12 ta 20 hezar Dolarê Emêrîkî li bajarê Kobanî tê firotin.
Serbarî ku mûceyên her karmendekî derdora 200 Dolarê Emêrîkiye û ji ber bilindbûna nirxê kerestên xwerinê xerciyên malekê mehane nake.
Şandina pereyan ji aliyê penaberên li Orpa bandorek dualî li ser nişteciyên Kobanî dike, ji ber ku ew di avakirina herêmê de beşdar dibin lê ji aliyekî dinva bandoreke xwê nerênî li ser ciwanên ku li welat mane dike û kirîna xaniyekî dibe xewn li cem kesên li welat.
100