Jiyan û xebata helbestvan Dildar, nivîskarê srûda EY REQÎB

Jiyan û xebata helbestvan Dildar, nivîskarê srûda EY REQÎB

Feb 20 2021

ARK NEWS... Srûda netewî û niştîmanî ya kurdên her çare perçên kurdistanê, sirûda ku kurd kirine yek, weke srûda fermî li cem her welatparêz û kurdperwerekî tê naskirin, sûrda EY Reqîb, ku bi tiliyên zêrîn yên helbestavê Kurd Dildar hatiye nivîsandin.

Di 20î sibata sala 1918an de, bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê helbestvanê Kurd, Dildar, nivîskarê srûda netewî, ya Kurdistanî Ey reqîb anî dunyayê, îro 103 sal li ser jidayîkbûna helbestvanê Kurd re derbas dibin.
Navê helbestvanê kurd Yûnis Mela Reûf e, lê bi Dildar, tê naskirin, li bajarê Koye ji dayîk bûye, herdu astên sereteyî û amedayî li Raniya û Koyê xwendine, herweha xwendina xwe ya navendî li Kerkûkê bi dawî aniye, li Bxdayê jî zanîngeh xwe beşê mafperweriyê xwend û bawername di sala 1945an de, bi dest xwe ve xist.

Helbestvan Dildar, weke parêzerkî jîr û zîrek kar dikir, û bû parêzerê her stembar û melûl û hejarekî, herweha bawernameya xwe di berevanîkirina di ber doza Kurdî de terxan kirbû.

Ji piçûkaniya xwe ve, hestên netewî, nîştîmanî, girêdan û hezkirina welêt û hizir û ramanên şoreşgerî, azadî û serbestî, di dilê wî de hat çandin, ew yek hişt ku bi pirtûk, roman, dîrok, zanist û çanda xwecihî û biyanî ve were girêdan.

Di sala 1938an de Tevlî partiya Hîwa bû, û karê xwe yê ramyarî di xizmeta gelê kurd û Kurdistanê de , berdewam kir, serbarî xwe di her warekî, di wêje, zanist, û helbest jî pêş xist û bû xwedî bi dehan berhaman, ta niha ji nifşekê bo nifşeke din tê veguhestin.

Piştî ku berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê, ji ber hest û helwêstên wî yên pak, nexasim piştî ku tevlî tevgera kurdî bû, ji aliyê ewlakariya rêjîma Îranî ve hate binçavkirin, lê di zîndanê de jî pêçî û tiliyên wî nehatin rewetandin, di bin stemkarî û zordariya zebaniyan de, helbestek bi navê Ey Reqîb nivîsand, tê de weke rûbirûbûnekê û tehdiyekê li hember zebaniyan rawestiye, helbesta helbestavn Dildar, ji aliyê Husên Bercenzî ve hate awazkirin, û bû srûda fermi ji kurdan re, di komara Kurdistanê li Mahabadê bi fermandariya tekoşer Qazî Mihemed, hate xwendin, ta roja weke îro weke srûda fermê ya herêma Kurdistanê û parçeyên din e.

Helbestvan Dildar, di temenê ciwaniyê de, di 30 saliya xwe de, sala 1984an koça dawî kir, û li goristana mezin ya Hewlêrê bi xakê hate spartin.

Ş.E


828