
Efrîn .. Şer û teqîn
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê tevî derbasbûna xelkê ji meha remezanê re lê nakokî û bihevketinên girûpên çekdar hîn jî berdewam in serbarî ku di her dem û demekê de teqîn têne encamdan .
Duh 8ê Gulana 2019an di rojê 3an ya remezanê de girûpên ku heman ola Islamî idîa dikin û li jêr heman silogan û diruşman re kar dikin ji ber berjewendiyên xwe bê ku hurmetê meha remazanê ber çav bigirin bi hev ketin û ji hevdu kuştin .
Li gor jêderên xwecihî dane zanîn ku li kolana Vêlat ya Otostirada Rojava di navbera du girûpan de şer derket heman şer di navbera du girûpên din de li ser rêya Raco rûdaba di encama wan şeran de rewşeke tevlîheviyê di nav sivîlan de qewimand .
Li aliyekî din li nêzîk Dewera Newroz ya ser rêya Raco li nanxaneya Mamed teqînek rûda ziyanên madî û hin ziyanên canî hatin tomarkirin.
Li ser êş, azar û binpêkirinan roj bi roj demoxrafiya herêmê tê guhertin ku di heman dema ku çekdarên li Efrînê bi çekan li hember hev radiwestin di wê demê de bajarên wan yên sereke dikevin destê rêjîmê de û xelkê wan derbider dibin û li Efrînê têne bicîkirin bê ku ew çekar guhdanê bidin şerê Idlibê .
Li Efrînê ji dema ku şerê sala bûrî di dawî hatiye û ew herêm bûye qadek ji rûdana binpêkirinan di derheqê kurdan de û herdem hêvî û omîd ew in ku rewş aram bibe û ereb werin derxistin û kurdên resen vegerin ser mal û milkên xwe .
Ş.E
621