Bi fermana Siûd Elmela nivîsgehên ENKSê hatin girtin

Bi fermana Siûd Elmela nivîsgehên ENKSê hatin girtin

Aug 13 2020

ARK NEWS... Enûmenên xwicehî yên Encûmna Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, duh Çarşemê 13ê Tebaxa 2020an, biryara girtina nivîsgehên xwe û rawestandina hemû çalakiyan li Rojavayê Kurdistanê bi sedema blavbûna veyrosa korona da.

Serokê encûmenên xwecehî yên ENKSê Mihsin Tahir di giştnameyekê de ragihand, ku li ser daxwaza serokê Encûmna Niştîmanî Siûd Elmela, nivîsgehên karûbarên encûmenên xwecihî yên Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li herêmên Kurdî hatin girtin, û karê çalakiyan hate rawestandin. ew jî weke rêkar li bêşiya belavbûna veyrosa koronayê û ji bo parastina saxî û silametiya hemûyan ev biryar hate standin.

291