Kesayetiya kurdperwer û civakî Nîzar Omer Xelîl koca dawî kir

Kesayetiya kurdperwer û civakî Nîzar Omer Xelîl koca dawî kir

Aug 06 2024

Roja Duşemê 5ê Tebaxa 2024an, kesayetiyê neteweyî û civakî Nizar Omer Xelîl di encama nexweşiyeke giran de li nexweşxaneya Şabanîkê a bajarê Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê koça dawî kir.

Jiyana Nîzar Omer Xelîl:

Nîzar Omer Xelîl di sala 1965an de li gundê Reyhanîkê ji dayîk bûye, ji malbateke niştîmanperwer û li ser hizra netewî ya Kurdistanê û rêbaza Barzanî mezin bûye.

Di sala 1983an de di temenekî biçûk de tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bû, û bi dilsozî û dilpakî, di xizmeta doza Kurd û rêbaza Barzanî ya nemir de kar kir.

Birayê serkirde Seîd Omer, endamê polîtbîro û berpirsê nivîsgeha peywendiyên giştî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û birayê şehîd Elî Omer Xelîl e ku di berevaniya di ber rewatiya parlamena û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser destê çekdarên PKKê di sala 1992an de şehîd ket.

Bi beşdariya serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li parêzgeha Duhokê, endamên encûmena herêmê, encûmenên xwecihî, kadryên partî û pêşmergeyên Roj, roja duşemê 5ê Tebaxa 2024an, li parêzgeha Duhokê, li goristana Misîrîkê bi xakê hat sipartin.

186