Şandeke ENKSê  bi Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê re civiya

Şandeke ENKSê bi Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê re civiya

Sep 16 2019

ARK NEWS .. Roja Yekşemê 15.09.2019, şandek ji Nûneratiye Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, ENKSê bi serokatiya serokê nûneratiyê Kerîm Mîranî, û endamtiya Cedan Elî û Newaf Reşîd serdana Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê kir .

Serdana nûneratiya ENKSê di destpêka werzê nû yê xwendinê de hat, û bi mebesta başkirina rewşa xwendekarên penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê û çaweniya pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo penaberên Sûriyê û xelkê Sûriyê li Herêma Kurdistanê dimînin hat.

189