Serokê Heşda Şebî seredana kurdistana Sûriyê kir

Serokê Heşda Şebî seredana kurdistana Sûriyê kir

Mar 11 2019

Jêderekî Kurdî Sûrî hurguliyên seredana serokê desteya Heşda Şe'bî ya Iraqî Falih Feyad ji bo Kurdistana Sûriyê û civîna wî li gel berpirsên PYDê eşkere kir .

Malpera BAS NEWS li ser zarê jêderekî xwe belav kiriye ku serokê desteya Heşda Şe'bî ya Falih Feyad li gel serkirdeyên çekdarên PYDê û QSDê li kurdistana Sûriyê civiya ku di wê civînê de behsa mijara radestkirna çekdarên DAIŞê ji bo aliyê Iraqî hate kirin .

Li gorî zaniyariyan ku herdû aliyan li ser radestkirina serkirdeyên rêxistina DAIŞê yên metrisîdar ku regeznameyên wan Iraqî bin yan biyanî bin ji bo aliyê Iraqî li ser Sê qunaxan bi erêkirinek Emrîkî lihev kirin .

378