Rêjîma Sûriyê di binpêkirina devera bê çek û kêmkiirina astê şer de berdewame
Dec 25 2018
ARK NEWS .. Çekdarên Rêjîma Esed û Mêlîsên bi ser ve di binpêkirina devera bê çek li bajarê Idlibê, û deverên kêmkirina astê şer li Sûriyê berdewam e .
Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragihand ku duh hêzên Rêjîma Esed û mêlîsên bi ser ve deverên ku kêmkirina astê şer li xwe digre, bi taybetî herdû bajarên Heleb û Hemayê bi topên giran armanc kirin .
Heman Rewangehê diyar kir ku jibilî armanckirina deverên kêmkirina astê şer li Sûriyê çekdarên Rêjîma Esed û Mêlîsên bi ser ve di binpêkirina devera bê çek de jî li Idlibê berdewam e , ku di encama wan êrîşan de ziyanên canî û madî mezin rû dan .
Lava Abdou
486
