Itîlafa Sûrî tekeziyê li ser giringiya sizadana encamderên binpêkirinan li navçeyên Hikûmeta Demkî dike

Itîlafa Sûrî tekeziyê li ser giringiya sizadana encamderên binpêkirinan li navçeyên Hikûmeta Demkî dike

Nov 25 2023

Komîta Giştî ya Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî, gera 69an ya civînên xwe roja Pêncşemê li dar xist, di vê derbarê de beyanameyeke dawîn hate derxistin û behsa hejmarek mijarên siyasî û meydanî girêdayî bi Sûriyê ve hatiye kirin.

Daxuyaniya dawîn tekezî li ser giringiya rêkarên ku dikevine di çarçoveya encamdana dadperweriyê de kiriye, bi rêya lêpirsîn û sizadana encamderên tawanên cengî û yên li dijî mirovatiyê, herweha rêkarên dozgerî yên Ferensî û hewlên Holenda û Keneda li Dadgeha Dadê ya Navdewetî, bilind nirxand.

Derbarê navçeyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî, daxuyaniyê tekezî li ser giringiya bihêzkirina deshelata dozgerî û polîsa sivîl kiriyê, û daxwaza encamdana aramî û ewlehiyê li wan navçeyan kiriye, herweha sizadana encamderên binpêkirin û tawanan di dermafên sivîlan de.

Serbarî standina gavên cidî ji bo rawestandina sepandina bacan ji aliyê gelek girûpan ve, ku divê bi tenê ji aliyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Demkî ve bin.

Di daxuyaniyê de rijdbûna xelkê Siwêdayê û berdewambûna xwepêşandanên wan ji bo azadî û rometê, bilind hatine nerxandin.

Heweha tekezî li ser navendbûna doseya girtî û windakiriyên neçarî di karê Itîlafê û civînên wê yên navdewletî de kir, ew jî bi rêya fişarên cidî li ser hevpeymanên Rêjîmê ji bo serbestberdana bêtirî 150 hezar girtiyî.

Di dawiyê de komîta giştî ya Itîlafê, daxwaz ji Civaka Navdewletî kiriye, da ku bi berpirsayetiyên xwe rabe, û gavên cidî bistîne ji bo ektîvkirina piroseya siyasî li Cinêvê derbarê rêyên bicîkirina biryara 2254.

83