Behzad Dorsin Berxwedêrê bêhevber e

Behzad Dorsin Berxwedêrê bêhevber e

May 26 2020

Behzad Dorsin Berxwedêrê bêhevber

Mahir Hesen

Wek em tev zanin , Kurdistana - Sûrî bi gelek cûreyên binpêkirinan , talan û wêranan re rû biriye , hin ji wan jî tawanên dijî mirovahiyê pêk hatine, lê tawana binçavkirin ya herî wek çeka ku tirs gihan de kurdan bû .

Di nav salên borî de li rojavayê welêt gelek kesên binçavkirî hatine belgekirin , mîna Serkirde û Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê Behzad Dorsin di 24ê Cotmeha sala 2012an de li Dêrika Rojavayê Kurdistanê li gel ciwanê kurd Nîdal Selîm , ku bi armanca birêvebirina karekî Partî berê xwe dane Herêma Kurdistanê, li ser xalekê di navbera gundê Şekirxaçê û Mele Merzê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê PYDê ve hatin revandin , û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Behzad Dorsin , nefispiçûk û dilnimiz nav miletê xwe de hate naskirin , ji hûr û gira , ji biçûk û mezinan hurmet jê digirtin , bi dilsozî li ser riya Barzanî ve çû , û li jiyanek azad û bi rûmet ku cihê xwe di dîrok û di nav miletan de bi hêz û rêzdar be digeriye , ne hedan û ne tebat bû , tim bi tevger û lebat û bixizmeta xelkên xwe de bû .

Dîrok helwestên wî ên ku bi serfirazî û biwêrekî li ser wan dixebitî û kar dikir , tomar dike , û hêz dide nifşê nû li ser kedkariya di ber berdewamkirina perweriya niştîmanî û parastina war û cîh de .

Bi kiryarên xwe em fêr kirin ku çawa di zulm û zoriyên her dijwar de serûbinî nebin , û bi Kesayetiya xwe ya pêşeng û xwediyê hişmendî, û aqil û ramanek dewlemendî welatparêzî û mirov û azadiya rastîn em fêr kirin ku ne binkeftinê ve em xwe girê bidin û ne jî sehw û tirs ve .

Behzad Dorsin, pêvajoya rizgariyê meşand û çareseriya bêhempa bi rê ve bir , bi mêrxasî singa xwe da singa dijminê me û wek nimûnek di 2004 an de kef li fermandarê hêzên teybat yên li ser rêjîma Baas ve li Dêrika rojavayê Kurdistanê kirin dema ku wî hevserî Kurd bi wêrankaran bi nav kir .

Behzad Dorsin di 30/11/1963 de li Gundê Qidêrîkê ya bi ser Dêrika rojavayê welêt ve hate dinê , Malbata wî xudan Gundê Qidêrîkê ne , (ji Gundên ku Kongirê herî pêşîn yên Partî lê li dar xistine ) , ji Êla Dêrşewî ye .

Ji malbata Çil Mêre yên axayên devera Dêrşew in û bavê wî Dorsin mezinê dêrşewyan li devera Dêrikê bû .
Malbata Dorsin ji vejandina Partî li kurdistana Sûrî û destpêka derketina wê beşdarî nav refên têkoşeran û berxwedêrê PDKS bûne , û Apê Xebatkar Behzad , Ebdullah Dorsin ku di nav Sal 1958 - 1959 an de bû Endamê PDKS ê , û di sala 1960 li gel hevalên xwe yên Serkirde hate zîndan kirin . Herweha, Metika wî Gulsin yek ji wan jinên yekem e ku beşdarî partiyê bûye.

Xwendina xwe di qonaxa seretayî û navîn li bajarê Dêrikê bi dawî kir û di sala 1982 de li Enstîtûya Perwerdehiya Mamosteyan domand û piştre jî xelatek ji bo perwerdehiya seretayî li bajarê Hisiçe di 1984 de wergirt û (BA) ji zanîngeha Firatê jî wergirt.

Ew di sala 1980 de tevlî refên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Al-Partî ) bû û di rêxistina xwendekaran de li bajarê Dêrik xebitî û piştre jî di rêxistina xwendekaran a li bajarê Hisiçe de, di nav partiyên de cih girt (Desteya Xwecihî - Şaxî - Komîta Herêmî ) , û di kongirê çaremîn yê partiyê de di Gulana 2007 de bû endamê komîta navendî, û piştre ew bo endametiya Polîtbîroya partî hate hilbijartin.

Wek nûnerê partî beşdarî Kongirê ENKS di 26/10/2011 de bû , û piştre jî bû endamê desteya rêvebir a Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye .

Wî gelek postên rêxistinî wergirtin , di nav de: berpirsê devera Dêrikê yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Al-Partî) û berpirsiyarê rêxistina Al-Partî li Herêma Kurdistana Iraqê , û Berpirsê xwechiya ENKS li Dêrkê bû.

Revandin û binçavkirin wek stratejiyekê ji bo belavkirina terorê di nav civakan de têde bi kar anîn . Û ew Hestên ji kêmbûna ewlehî û tirsê ne tenê derdikeve nava xizmên kesên dibin qurban , lê di heman demê de bandorek giran û pir li ser tevahiya civakê dike .

Ên tên wendakirin tu şertên destwerdanê li ser wan tune ne , tevî ku Peymanên ji bo Parastina Kesan ji Bûyerên bêserûşûn hene , lê binçavkirin berdewam bin . Yek ji wan peymana herî bihêz a mafên mirovan e ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatî pejirandin. Berevajî tawanên din ên di bin qanûnên navneteweyî de, wek îşkence , û di sala 2010-an de hate bicîh kirin .

Gavên pêwîst ên ku tevgerên kurdan divê bavêjin ji bo pêşîgirtina miletê xwe bigirin , dive ku lêpirsînê bikin , û kesên ku ew tawanbar bin dadgeh bikin .

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1259