Silêman Oso li ser mijara lidarxistina hilbijartinan daxuyanî da

Silêman Oso li ser mijara lidarxistina hilbijartinan daxuyanî da

Jan 03 2021

ARK NEWS... Fermandarê giştî yê hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê, ragihand ku lidarxistina hilbijartinan dê bibe karê pêşîn di xişteya sala nû de.

Mezlûm Kobanê li ser torên civakî twîterê da zanîn ku afrandina ewlehî, aramî, aştî, bihêzkirina dezgehên rêveberî û aborî herweha lidarxistina hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê ji karên wan yên pêşîn in.

Ji aliyê xwe ve Silêman Oso sekreterê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya rexeneyên tund li behskirina mijara lidarxistina hilbijartinan kir.

Oso di rûpela xwe ya fermî de got, gotûbêjiya li ser hilbijartina bê ku ameje bi danûstandina were kirin, dikevin çarçoveya hewlên pûçkirina danûstandinên kurdî kurdî de.

Ş.E

419