Efrîn... Turkiyê gundên di bin destê QSDê de armanc kirin

Efrîn... Turkiyê gundên di bin destê QSDê de armanc kirin

Oct 13 2020

ARK NEWS… Îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an, artêşa Turkiyê li gundekî li navçeya Şêrawa li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku dikeve di bin destê QSDê de armanc kir.

Jêderên taybet ji ARKê re ragihandin, ku artêşa Turkiyê gundê Aqîbê yê bi ser navçeya Şêrawa ku dikeve di bin kontrola QSDê de bi mûşekan armanc kir, û ta niha tu zanyarî derbarê ziyanên canî nehatiye diyarkirin.

Li Herêma Efrînê 12 gund di bin kontrola QSDê de ne, û herdem û demekê şerûpevçûn di navbera herdu aliyan de rû didin.

723