Encûmena sivîl ya Efrînê dê alîkariyan ser pêketiyên koronayê de belav bike

Encûmena sivîl ya Efrînê dê alîkariyan ser pêketiyên koronayê de belav bike

Nov 23 2020

ARK NEWS... Encûmena sivîl ya Efrînê destpêşxeriyek ji bo pêketiyên koronayê li herêma Efrînê pêşkêş kir, û ragihand ku ew ê alîkariyan pêşkêşî wan bike.

Encûmenê di daxuyaniyekê de da zanîn ku piştî belavbûna vayrosa koronayê ew dê alîkariyên pizîşkî û tenduristî pêşkêş pêketiyên koronayê bike.

Encûmena Efrînê ameje pê kir ku her kesek bi koronayê ketiye dikare feyl û belgeyên pişkinînên koronayê ji îmêla encûmenê re bişîne da ku pêdiviyên pizîşkî jê re pêşkêş bike. Û her kesek rewşa wî ye abûrî xerab be dê alîkariyên darayî jî werbigire.

Ş.E


435