PYDê xwendekareke pola 5 ya seretayî li Dêrikê revand

PYDê xwendekareke pola 5 ya seretayî li Dêrikê revand

May 01 2019

Çekdarên PYDê zarokeke 11 salî û xwendekar di pola 5ê de ya seretayî di dibistanê de li bajarê Dêrikê revand.

Keça bi navê Zaxros Mihmed Amîn Mîrza ji dayikbûyê sala (10/6/2008) û berya sê rojan bê serûşo çû, piştî lêpirsînên ji aliyê bav , dayik û birayê wê ve, çekdarên PYDê eşkere kirin ku wan Zaxros revandiya û niha jî rê nadin malbata wê ku wê bibînin.

Birayê zaroka bi navê Zaxros di rêya ARKê re , hewara xwe gihand rêxistinên mafên mirovan da ku alîkarbin ji bo azadkirna xoşka wî ji destê çekdarên PYDê.

Herweha navbûrî pirsyar dike, gelo ma PYDê çi ji vê zarokê dixwaze û hîna ew xwendekare di qonaxa pêncê ya dibistana seretayî de ye û nizane çi karekî bike ?!.

397