Vîdiyo .. Şabûna malbatê bi serbestberdana kalekî Efrînê

Feb 24 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dema kesek tê serbestberdan li cem malbata wî diba şahî û dîlan ji ber ku dema kurdên Efrînê têne revandin malbatên wan omîd û hêviyên xwe dibirin .

Dîmenên ji serbestberdana kalekî efrînî bi navê Elî Nezmî duh 23/2/2019 li ser torên civakî belav bû.

Elî Nezmî beriya çend rojan dema şevantiya pezê xwe dikir ji aliyê girûpên çekdar ve hatibû revandin û dema hatiye berdan malbata wî bi coş û heyecaneke pir mezin pêşwazî lê kir .

Ş.E

549