Careke din mêlîsên Îranê bingeheke Emerîkî li Sûriyê armanc kir
Ajansa Sipotnîk ya Rûsî eşkere kir ku jimareyek dronên xwekujî derengiya şeva bûrî bigeha Emerîkî li kêlgeha Elomer li rojhelatê Sûriyê armanc kir
Li gorî jêdera ragihandinê ku mêlîsên bi ser Îranê ve di vê êrîşê de armancên xwe pêk anîn , û sîstema asmanî ya Emerîkî di rûbirûbûna êrîşê de bi ser neket.
Ta dawiya Çilaya 2024an hejmara êrîşên mêlîsên Îranê li dijî bingeh û hêzên Emerîkî li Sûriyê û Iraqê giheştiye 165 êrîşî ji destpêka 17 Mijdara 2023an ve, jî wê hejmarê 98 êrîş li Sûriyê û 66 êrîş jî li Iraqê, û êrîşek li Urdinê, di encama wan êrîşan de 80 leşkerên Emerîkî birîndar bûne jibilî kuştina 3ê leşkerên Emerîkî û birîndarbûna bi dehan leşkerên din di êrîşa li dijî bingeheke Emerîkî li Urdinê .
308
