ENKSê bi Cêgirê Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê re civiya

ENKSê bi Cêgirê Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê re civiya

Oct 15 2019

ARK NEWS .. Şandek ji Komîta Peywendiya Derve ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê , duh 14ê Cotmeha 2019an, seredana Serokatiya Perlemana Kurdistanê kir, û bi Hêmin Hewramî Cêgirê Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê re civiya .

Di civînê de dawî bêşhateyên rewşa Sûriyê û bi taybet erîşa Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, rewşa xelkên ku derbider û penaberî mal û cihê xwe bûne û metirsiya dûbare vegrandina rêxistna DAIŞa terorist hat gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, Hêmin Hewramî Cêgirê Serokê Perlemana Kurdistanê dilgiraniya xwe ji rewşa Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin .

Şanda ENKSê ji Kamîran Haco Serokê Pewendiyên Derve ya ENKSê, û Ibrahîm Biro endamê Komîta Peywendiyên Derve ya ENKSê pêk dihat.

237