Efrîn .. Welatiyê ku ji aliyê çekdarekî hatibû gulebarankirin, şehîd bû

Efrîn .. Welatiyê ku ji aliyê çekdarekî hatibû gulebarankirin, şehîd bû

Feb 12 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binpêkirin dergeqê welatiyên kurd yên xweragir ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam in .

Duh 11/2/2019 welatiyê bitemen yê bi navê Elî Qelender ku ji aliyê çekdarekî dema şivantiya pezê xwe dikir hatibû armanckirin ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da û şehîd bû .

Jêderên xwecihî ragihandin ku Elî Qelender yê 80 salî ku bi xwe xelkê gundê qenterê yê Mabeta ye piştî ji aliyê çekdarekî di Cebha El Şemiyê de ye ku bi navê Ismaîl Hac Bekir hatibû gulebarankirin di nexweşxaneyeke Turkiyê de şehîd bû.

Li aliyekî din jêderên ji nav navçeya Mabeta da zanîn ku dema termê Elî Qilender gihiştiye gund xelkê navçeyê kom bûn û ji berpisan xwestin ku kujer û tawanbar werin sizadan û çekdar ji navçeyê werin derxistin.

Derbarê sedmên ku Ismaîl Hac Bekir çakdarê di Cebha El Şamiyê bi armankirina Qelender rabûye ew e ku bi karê diziya pezê wî radibû û welatiyê kurd karê wî eşkere dikir û giliya wî dikir lewa wî çekdarî soza tolhildanê dabû welatiyê bitemen û dememeke guncaw de dema kalê kurd şivantiya pezê xwe dikir kal kir armanc û gule kir piştî du rojan di nexweşxaneyeke Turkiyê de şehîd bû .

Tevî ku ew çekdar hatiye binçavkirin lê hîn bi şêweyekî fermî nehatiye sizedan û dadgehkirin ku beriya wê jî bi gelek caran heman girûpa navborî bi binpêkirin rabûne lê hîn jî bi serbestî û azadî liv û gerên xwe di nab navçeyê de dikin .

Ş.E

1053