Tora Sûriyê: 161 sivîl di Cotmeha bûrî de hatine kuştin

Tora Sûriyê: 161 sivîl di Cotmeha bûrî de hatine kuştin

Nov 01 2023

Tora Sûriyê ya Mafên mirovan îro Çarşemê 1ê Mijdara 2023yan, raportek derbarê amara qurbaniyên ku di meha Cotmehê de li ser destê tevaya aliyên nakokdar li Sûriyê hatine kuştin belav kir.

Tora Sûriyê di raporta xwe de belge kir ku di meha bûrî de 161 sivîl di nav de 34 zarok, 4 jin û 2 kes bin êşkenceyê de li ser destê tevaya aliyên nakukdar li Sûriyê hatine kuştin.

Raportê amaje kir ku ji wê hejmarê 61 kes di nav de 23 zarok û 9 jin li ser destê Rêjîma Esed, 9 kes jî li ser destê Rûsiya ku di nav de 4 zarok, 4 jin hebûn û 5 kes jî li ser destê QSD ku yek ji wan zarok e hatine kuştin.

Serbar kir, 86 kes jî di nav de 6 zarok û 31 jin hene li ser destê aliyên din hatine kuştin.

Herweha tora navhatî rûdana çar komkujyan li ser destê tevaya aliyan li Sûriyê ku di encamê de 73 kes di nav de 12 zarok û 35 jin bûne qurbanî belge kir.

Raportê diyar jî kir ku di Cotmeha bûrî de 2 kes di bin êşkenceyê de li ser destê çekdarên Rêjîma Sûrî hatine kuştin û got ku rêjeya qurbaniyên êşkencedanê li ser destê Rêjîmê gihiştiye nêzîkî 47 % ji hejmara giştî ya qurbaniyên êşkencedanê li Sûriyê.




200