Nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê hat kerentînekirin
Aug 13 2020
ARK NEWS... Piştî tomarkirina yekem rewşa pêketinê bi vayrosa koronayê li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh 12ê Tebaxa 2020an, nexweşxaneyek hate kerentînekirin.
Rûpel û malperên opozisyonê nîşan bi wê yekê dan ku rewşek koronayê li nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê li taxa Mehmûdiyê li ser rêya Raco hat tomarkirin.
Heman jêderan dane zanîn ku piştrî derketina rewşa koronayê li nexweşxaneya navbûrî, yekser ew nexweşxane hate kerentînekirin.
Ş.E
408
