Ciwanekî Qamişlo bû serokê Şaxê Hewlêrê ya Yekîtiya Iraqî di (JKD) de

Ciwanekî Qamişlo bû serokê Şaxê Hewlêrê ya Yekîtiya Iraqî di (JKD) de

Nov 11 2023

Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê, bû serokê Şaxê Hewlêrê ya Yekîtiya Iraqî di lîstika "Jeet Kune Do JKD" ku yek ji hunerên berevanîkirinê ye.

Ciwanê kurd, Çiya Mûsa Zxoranî, li Hewlêrê akadîmiyek vekiriye, û fêrxwazan fêr dike, 30 zarok û ciwan li ba wî hene.

Di lêdwaneke taybet de, ji ARKê re da zanîn: "Berî niha zehmetî li pêş pebaneran hebû, lê niha dikarin bi hêsanî navên xwe tomar bikin, û beşdarî di qehremaniyan de bibin".

Zaxoranî, tekez kir: "Ji bilî fêrxwazan, rahêner jî berê xwe didin akadîmiyê, da ku bêtir fêr bibin, û nifşan bidin fêrkirin, ji her bajarekî rû li me dikin.

Ciwanê kurd anî ziman jî: "Berî 2 salan di qehremaniyekê de ku li ser asta Iraqê bû, me bi lîstikaveke keç beşdar kir û em yekemîn derçûn, di 18 meha bê jî qehremaniyek bi heman şêweyî li dar dikeve, û her kesek nexasim penaberên Rojavayê Kurdistanê dikare beşdar bibe, û ez ê hêsankariyan ji wan re pêşkêş bikim".


531