Civîn navbera PYDê û rêjîmê de hat lidarxistin

Dec 18 2018

ARK NEWS .. Hevdemê ku PYDê bi çi şêweyekî hebûna hêzên Pêşmergeyên Roj li nav xaka Rojavayê Kurdistanê de nepejrînin da ku çareyek ji kirîza deverên kurdî re were dirustkirin, û bihaneyên Turkiyê werin birîn, de heman demê de PYDê hevdîtinan bi rêjîma Esed re li dar dixin da ku ji gevên Turkiyê di derbasbûna deverên kurdî rizgar bibin û sînaroya Efrînê li deverên din dûbara nebe .

Roja Yekşema bûrî 16/12/2018 hêzek ji Pêşmergeyên Roj derbasî nav xaka Kurdistanê bûn û hevdîtin bi Hevpeymaniya Navdewletî û QSDê re pêk anîn da ku çareyek ji gevên Turkiyê re bibînin.
Lê li gor agahiyan ku PYDê hebûna Pêşmerge li nav xaka Kurdistan Sûriyê nepijrand ku di deheman deman de çekdarên rêjîmê , îranî, û biyanî li nav xaka kurdistanê de qebûl dikin.

Li gor malpera BAS NEWS belav kiriye ku duh roja Duşemê 17/12/2018an li bajarokê Ên Îse yê ser bi Girê Spî ve bi serpireştiya Îran û Rûsiyê hevdîtinek navbera PYDê û rêjîma Esed hate lidarxistin.
Di civînê de de rêjîma Esed ji PYDê xwestiye ku deverên dibin destê wê de radestî rêjîma Esed bikin da ku tu operasyon ji aliyê Turkiyê ve neyên ser herêmîn kurdî li Rojavayê Kurdistanê. .

Jêdera ji BAS NWES re herwiha bal kişandiye ser wê yekê ku rêjîma Esed tekezî li ser serweriya niştîmanî kiriye û pêwîstiya vegera deshelata rêveberî û ewlekariya rêjîma Sûryê ji bo wan deveran kiriye.

Liv û tevgera leşkerî ya Turkiyê her diçe gurtir û bihêztir dibe bi taybet li ser sînorê Girê Spî û Serê Kaniyê .

Li gor hikûmeta Turkiyê dibêje eger heye di nêzîktirîn dem de operasyon dest pê bike û ta niha PYDê tu tedbîr ji bo dûbare vegera sînaroya Efrînê li wan herêman nekirye

Ş,E

433