Makron: Em ê li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê berdewam bin

Makron: Em ê li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê berdewam bin

Sep 03 2020

ARK NEWS... Serokê Herêma Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe û Herêma Kurdistanê bo Serokê Fransayê anî ziman û di piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê de û di mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hevkariya Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina kêşeyên navbera wan de pesnê rola Fransayê da. Makron jî tekez kir ku di serdana bê de bo Bexdayê, dê kêfxweş bibe ku were Hewlêrê û serdana Herêma Kurdistanê bike.

li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ligel Îmanewêl Makron, Serokê Fransayê civiya.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê û geşedanên herî dawî yên li herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Makron pesna rola Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna teror û têkbirina DAIŞê de da û tevî nîşandana kêfxweşiya xwe bo gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê, piştevaniya Fransayê bo Herêma Kurdistanê û hewldanên çareserkirina kêşeyên her du aliyan di çarçoveya destûrê de car din anî ziman.

Di civînê de herdu alî hevraman bûn ku aramiya Iraqê bi çareserkirina kêşeyan çêdibe û di vê mijarê de jî pêwîstiya hevkariya Fransa û dostên li civaka navdewletî bo Iraqê anîn ziman.

Parastina serweriya Iraqê, berdewambûna metirsiyên teror û liv û tevgerên DAIŞê, hewldana kêmkirina aloziyan, parastina aramiyê li herêmê û çend babetên din, di civînê de mijarên gotûbêja herdu aliyan bûn.

284