Domîz .. PDK-Sê banga beşdariyê di vejandina salvegera şehîdbûna serkirde Nesredîn Birhik de dike

Domîz .. PDK-Sê banga beşdariyê di vejandina salvegera şehîdbûna serkirde Nesredîn Birhik de dike

Feb 19 2019

ARK NEWS .. .. Rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya bangewaziyek belav kir tê de ji xelkê xwest ku beşdariyê di vejandina salvegera heftan ya şehîdbûna endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Nesredîn Birhik de bikin .

Merasîmên salvegerê dê di roja Înê de 22/2/2019an de be ango di heman roja salvegera şehîdbûna Nesredîn Birhik dê were lidarxistin .

Li gor bangawaziyê merasîmên vejandina salvegera heftan dê li hola şehîd Nesredîn Birhik li nivîsgeha PDKSê li komelgeha Domîz be û ji demjimêr çar dê dest bê bike .

Ş.E

526