Cihên ku Turkiyê êvara Înê li R. Kurdistanê armanc kirine
Ji roja Pêncşemê 5ê Cotmeha 2023yan ve, diron û balafirên Turkiyê dest bi operasyoneke asmanî ya serbazî kir, û bi dehan jêrxane û navendên leşkerî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê armanc kirin.
Di operasyonê de, westgehên elektrîk û petrolê li bajarên Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Kobanê, Tirbespiyê, Dêrikê û gundewarên wan hatin topbarankirin
Cihên ku êvara Înê ji aliyê Turkiyê ve hatine armanckirin:
Li Dêrikê û gundewarê wê: Çiyayê Qereçox û gundên: Mêrga Mîra, Girê Reş û Şirkê û westgeha avê li gundê Xana Serê
Her weha Turkiyê derdora Tirbe Sipiyê li gundewarê Qamişlo û navendeke gnim li Rojhilatê bajarê Amûdê û gundên navçeya Zirgan li gundewarê Hesekê armanc kirin.
Li Kobanê jî, Çiyayê Meştenûr, Nexweşxaneya Korona, kargeha çîmento ya li taxa Kaniya Kurdan û hejmarek gund li Kobanê û Eyn Îsa armanc kirin.
Li Efrînê jî, bi tundî gundên Suganekê, Meyasê yên di bin kontrola PYD’ê de û derdora Beradê û Kêmarê li navçeya Şêrawa bombebaran kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyekê de ragihand, ku Turkiyê bi zêdetirî 30 dironî piraniya navçeyên di bin kontrola wê de kirine armanc.
Wezareta berevaniya Turkiyê jî, duh demjimêr 10ê êvarê ragihand, ku dironên turkî 15 cih û baregeh li Bakurê Sûriyê armanc kirine.
Di vê derbarê de, hevpeymaniya navdewletî duh daxuyaniyek belav kir û tê de ragehand, di heyama 24 demjimêrên borî de, çendîn êrîşên esmanî yên bê hemahingî li derdora hêzên Emerîkî li Sûriyê hatine encamdan.
Serbar kir jî, ew li dijî "kiryarên ku ewlekarî, seqamgêrî û aramiya navçeyê, ewlekariya hêzên hevpeymaniya navdewletî, hêzên hevkar û xelkê sivîl dixe metirsiyê de û yên ku wan ji erkê hevbeş bo têkbirina rêxistina DAIŞ ya terorîst dûr dixe" ne.
268
