Zêrevan Ekrem yekem şehîdê Pêşmerge di Kobanê de bû
ARK NEWS .. Di 20î miha Çileya 2015an yekem şehîdê pêşmerge li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî rêxistina DAÎŞ a teror de şehîd bû .
Zêrevan Ekrem yekem şehîd di şerê mezintirîn û tundetirîn rêxistinên terorî rêxistina DAÎŞ a teror canê xwe kir qurbaniya xaka Kurdistanê .
Zêrevan Ekrem xelkê bajarokê Soran yê Herêma Kurdistanê ye, bi hevalên xwe yên hêzên pêşmerge re bi fermanekê ji serok Mesûd Barzanî ji Herêma Kurdistanê berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û di şerê Kobanê dijî DAÎŞê de beşdar kirin .
Di 31/10/2014 serok Mesûd Barzanî bi hişmendî û siyaseta xwe karîbû di riya welatê Turkiyê re hêzên pêşmerge bişîne Rojavayê Kurdistanê ku ew pêşmerge bi çekên xwe yên sivik û nêv giran û giran topên xwe derbasî Kobanê bûn û bi hewara Kobanê ve çûn .
Di şerê DAÎŞê de hêzên kurdî bi alîkariya balafirên navdewletî ya dijî DAÎŞê karîbûn dûbare destê xwe deynin ser gundên Kobanê û piraniya tax û kolanên navenda bajêr, di wê şerî de Zêrevan Ekrem yekem şehîd di nav hêzên pêşmerge de şehîd bû û hat tomarkirin .
Termê şehîdê pêşmerge Zêrevan Ekrem ji Herêma Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê berev herêma Kurdistanê ve hate şandin, û li bajarokê xwe li Soran bi beşdariyeke mazin ji xelkê Kurdistanê û kesayetiyên leşkerî û siyasî û niştîmanperwer û welat parîzan bi xak hat sipartin,
Her sal di roja salvegera bîranina şehîdê pêşmerge Zêrevan xelkê Kurdistanê wê rojê bi ser bilindî û serfiraziyek mezin tînin bîra xwe .
Ş.E
575
