Turkiyê hêzeke lojîstîk û leşkerî li xalên xwe yên li Sûriyê bi cî kir
Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê tekez kirin ku karwanekî hêzên Turkiyê ji deriyê Kefer Lûsîn li gundewarê Idlibê bi Turkiyê re, ku ji 28 barhilgirên barkirî bi alavên lojîstîk û leşkerî pêk dihat, derbasî nav axa Sûriyê bûn û ber bi leşkergeha El-Mestûme û xala Turkiyê li gundê El-Salihiyê ya gundewarê rojhilatê Idlibê ve çû.
Li gorî zanyariyan, ku bihtirî piştevaniya leşkerî derbasî axên “Cebel El-Zawiye” li başûrê Idlibê yê sînorî, di navbera navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûrî ji aliyekî ve û navçeyên di bin kontrola “Desteya Tehrîr El-Şam” de û komên çekdar ên girêdayî bi Artêşa Niştîmanî ve.
Jêderan eşkere kirin ku hêzên Turkiyê sîstemên elektironî yên pêşkeftî anîne xalên xwe yên li gundewarê Idlibê, ji bo rûbirûbûna balafirên şevê yên devera rêkeftina Rûsî-Turkî armanc dikin, bi taybet piştî zêde bûne êrîşan ji Sibata borî ve.
226
