PDK-Sê beşdariya şîna Cerba de kir

PDK-Sê beşdariya şîna Cerba de kir

Feb 24 2020

ARK NEWS... Şandek ji Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya beşdarî di şîna kesayetiya civakî Ehmed Hadî Cerba li gundê Til Elo, yê derdora Qamişlo de, kir.

Şanda PDK-Sê her yek ji Ebdulkerîm Mihemed endamê Polîtbîroya Partî û Salih Cemîl endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û hijmarek din ji endaman li xwe digirt.

Şand ji aliyê Himêdî Deham Şêxê Êla Şumer ve, ku bi xwe birayê Ehmed Deham e hate pêşwazîkirin.

Di merasîmê de, herdu aliyan behsa peywendiyên dîrokî navbera Kurd û ereban de kir, tê de Cerba ragihand ku ew bi çavekî pîroz li Barzaniyê nemir temaşe dikin, û Partî nûnerê rêbaza Barzanî ye di Rojavayê Kurdiatnê de.

Ş.E

527