
Şam.. Nirxê goşt bilind bûye û firoştin kêm bûye
Li deverên di bin kontrola rêjîma Sûrî de nirxê goşt gelekî hatiye bilindkirin û bandoreke xwe ya mezin li ser kirîna welatiyan ji goşt re kiriye.
Malpera Bizniz Sûriya belav kir ku di çend rojên borî de nirxê goşt li Şama paytexta Sûriyê bi rêjeyeke mezin bilind bûyê.
Li gorî jêdrê:
Kîloya goştê golik “Hebra” gihişte 170 hezar Lîreyên Sûrî.
Kîloya goştê golik “masûfa” gihişte 150 hezar LS.
Kîloya goştê golik "bi hestiyên xwe ve" gihişte 120 hezarî.
Kîloya goştê berxê “Hebra” gihişte 200 hezarî.
Kîloya goştê miyê “Hebra” gihişte 160 hezarî.
Li gorî jêderê ku daxwaz li ser kirîna goşt kêm bûye û serjêkirina rojane ji 5 pezan daketiye 3yan.
Serbar kir ku birîna elektrîkê dejimêrên dirêj bandoreke xwe li ser mayîne goşt dike bi taybet di werza havînê de.
103