
Neteweyên Yekgirtî: Mercên vegera penaberên Sûriyê hîn pêk nehatine
Jul 19 2024
Berpirsa Netewên Yekgirtî tekez kir ku şert û mercên vegera penaberên Sûrî hîn pêk nehatine û metirsiya girtinê bûye sedemeke sereke li pêş vegera xwebexiş.
Nejat Ruşdî cîgira şandiyê taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê got ku piştî gotûbêjên kûr ên Encûmena Şêwirmendiya Jinên Sûriyê li ser kêşeyên berdewam û nû yên ku rûbirûyî penaberên Sûriyê li navçeyê dibin, eşkere bû ku pêwîstiya wan bi parastinê heye.
Amaje kir ku çareseriya siyasî kirîza Sûrî çareser dike û bê çareseriyake siyasî pirsgirêkên penaberên Sûrî nayên çareserkirin.
181