Urdon.. Çareseriya pirsgirêka penaberên Sûriyê bi vegera xwebexş e
Jul 16 2024
Wezîrê dervayê Urdonê Eymen Sefedî di kongirekî rojnemevanî hevbeş de li gel Mîrê Urdonê Huseyn Ebdulah û nûnerê komesiyona Bilind ê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku çareseriya pirsgirêka penaberên Sûriyê bi “vegera xwebexş e” û Urdon tu caran bi vê rewşa xerab ji penaberan re razî nabe.
Wezîrê dervayê Uerdonê di 15ê Tîrmaha 2024an de got ku welatê wî pabende di dabinkirina jiyaneke baş ji bo penaberan, lê vegera wan erke û dibe ku vegerne welatên xwe.
Serbar kir ku kêmbûna piştevaniya penaberan ji aliyê rêxistinên navdewletî ve bandoreke xwe ya nerênî li ser jiyane penaberan dike.
123