Di encama topbarana Îsraîlê de 3 zarokên kurd li Lubnanê şehîd ketin

Di encama topbarana Îsraîlê de 3 zarokên kurd li Lubnanê şehîd ketin

Jul 17 2024

Di encama topbarana Îsraîlê de 3 zarokên kurd li Lubnanê şehîd ketin.

Jêdereke taybat ji ARK re got ku di roja Sêşemê 16ê Tîrmeha 2024an de, di encama topbarana Îsraîlê li ser Başûrê Lubnanê 3 zarokên kurd canên xwe ji dest dan û şehîd ketin.

Ligorî jêderê hersê zarokên rastî topbaranê hatine, xelkên gundê Sariye ya ser bi Efrna Rojavayê Kurdistanê ve ne.

Navên wan (Can Şahîn Şerkes, Mihemed Şahîn Şerkes û Xelîl Mihemed Xelîl) bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û li nexweşxaneyê cane xwe ji des dan.

95