jina 70 salî ya vegeriyaye Efrînê: Eger mirinek hebe bila li ser axa welêt be

jina 70 salî ya vegeriyaye Efrînê: Eger mirinek hebe bila li ser axa welêt be

Nov 04 2023

Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ne tenê malbat û ciwan vedigerin gundên xwe, jinên bitemen jî vedigerin, ku Xedîce Ebdo Sîdo, yek ji wan e.

Xedîce Ebdo Sîdo, 70 salî ye, ji ber şer weke bi hezaran ji warê xwe derketibû, lê biryar da vegere zêdê xwe û li Efrînê.

Jêdereke nêzîk ji malbatê da zanîn: Jina bitemen ji beriya çend salan ve li Şehbayê bû, tevlî du kurên xwe vegeriya gundê Goliya yê navçeya Raco.

Tekez kir: Têkçûna rewşa wê ya tendirustî nebû rêgir li ber wê û bi viyaneke bihêz, wesiyeta xwe bi cî kir ku eger mirik hebe bila li ser axa welêt be.

Ji bilî Roco, Li navçeya Mabeta jî du malbat vegeriyan, ku yek ji wan Fatme Ibrahîm Hacî ye temenê wê li gorî jêdereke taybet 95 sal in, ji Helebê vegeriyan zêdê xwe û warê bav û bapîran.

Li navçeya Şiyê jî bi teybet li gundê Qermitliq, malbatek pebaner ji Turkiyê vegeriya gundê xwe, serbarî du malbatên din ji gundê Bêlê û Ebûdanê yên navçeya Bilibilê vegeriyan, ku bi wê yekê hejmara giştî dibe 6 malbat ji Turkiyê, Şehba û Helebê di vê dema dawiyê de vegeriyane.

Çavdêr û siyasetmedarîn kurd tekez dikin ku takerêya çareserkirina rewşa Efrînê veger e, ew yek dê bibe rêgir li ber guhertina demxrafiya herêmê, di vê dema dawiyê tevî zehmetî û astengiya rêyan şêniyên kurd rû li ware xwe dikin û vedgirin cihn bav û bapîran.

115