Birîna ava Elok barê welatiyan li Hesekê giran dike
Bi hatina werzê havînê, derdeseriya xelkê bajarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê di dabînkirina ava vexwarinê de berdewam dike, ew jî hevdemê rewşa jiyanê ya zehmet li navçeyên kurdî li rojavayê kurdistanê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de ragihand ku ev e 8 meh in û av ji wêstgeha Elok li ser tevaya bajarê Hesekê hatiye birîn.
Rewangehê serbar kir jî ku 40 car berê ava wêstgeha Elok li ser xelkê bajarê Hesekê hatiye birîn û ev yek bargiraniyek zêde li ser xelkê dirust kiribû tevî rewşa wan ya zehmet ji hemû waran ve.
Herweha da xuyakirin jî ku ji ber berdewamiya birîna avê, welatî li ser kiriîna vaê neçar dibin, ku derdora 1000 tanker ji bo gihandina ava vexwarinê ji xelkê re di nava bajêr de rojan e belav dinin.
Da zanîn ku nirxê yek tanker avê bi 30 hezar lîreyên Sûrî ye.
Wêstgeha Elok ya Avê dikeve Rojhelatê bajarê Serê Kaniyê , û ji 30 bîrên Avê pêk tê , ku ev wêstgeh jêdera sereke ya Ava bajarê Hesekê û gundewarên wê ye.
189