Lubnan bêhtirî 100 penaberî bi neçarî vegerandin Sûriyê

Lubnan bêhtirî 100 penaberî bi neçarî vegerandin Sûriyê

May 14 2024

Artêşa Lubnanê bi dehan penaberên Sûrî bi neçarî vegerandin nava xaka Sûriyê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku berya du rojan artêşa Lubnanê girte ser kampeke penaberên Sûrî li bajarokê Bir Ilyas û bêhtirî 100 penaberên Sûrî yên di nava wê kampê de rastî lêdan û sivkatiyê hatin, serbarê şikandina nasnameyên wan û pûçkirina belgeyên wan yên fermî berya vegerandina wan bo nava xaka Sûriyê.

Rewangehê serbar kir ku piştî vegerandina penaberên Sûrî bi neçarî ji aliyê artêşa Lubnanê hin ji wan penaberan bi qaçaxî piştî dana pereyan careke din bo libnanê hatin vegerandin, û beşê mezin li Sûriyê man.

Ji ber xirabûna rewşa penaberên Sûrî yên li Lubnanê û nejatperestiya di mafê wan de tê kirin û piroseyên vegerandina wan ya neçarî ji aliyê hikûmeta Lubnanê, penaberên Sûrî bangê li Civaka Navdewletî û rexistinên bi bandor dike ji bo bidawîanîna derdeseriyên wan di navaxaka Libnanê de û rawestandina piroseyên vegerandina neçarî bo navçeyên rêjîma Esed dikin.


79