Efrînî bi xaka xwe ve girêdayî ne .. Wêne

Efrînî bi xaka xwe ve girêdayî ne .. Wêne

Apr 23 2019

ARK NEWS .. li Efrîna Rojavayê Kurdistanê Îna bûrî 19ê Nîsana 2019an Yekemîn pêşengeh piştî şer sala bûrî hat vekirin herwiha di dema dawî de edî kurd jiyana hevjîniyê pêk tînin .

Ku bi xweragiya kurdên resen yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê rû û rengê resen ya herêmê vedigere û careke din kincên xwe li xwe dike .

Tevî ku kurd li herêmê bûne kêmhijmar lê malbatên mane ji nifşên kal û pîran ciwan û zarokan xort û keçan bi çî şêweyekî be hewil didin girêdana xwe bi axa xwe ve ji cîhanê re biçespînin û bibêjîn ew xwedê zeviyê ne .

Keça bi navê Lîlav bi tembûra xwe û di ber dengê çûkan re bi dengê xwe yê zelal li ser sirûşta rengîn li gor xwe peyama xwe digihîne ku ew preçevîdio bi şêweyekî bilez li ser torên civakî bekav bû û bû sunbola keça resteqîna yên Efrînê .

Lî aliyekî din di heman mijarê de keçeke din bi navê Lava ku bi xwe şêwermende xwest nameya xwe di rêya vekirina wê ji pêşengehekê re pêşkêş bike

Ew jî bi tilîyên xwe yên zêrîn li navenda Encûmena Xwecihî yekemîn pêşengeh li ser asta herêmê piştî şer di rêya nemayîşkirina tabloyên xwe û behremendî û hunera xwe ji cîhanê re tekez kir ku hîn jî Efrînî bi çalakî û behremendiyên xwe ve girêdayî ne .

Lêxistina dev û zurneya li ser bêder û qadên gundan di werzê buhara rendîn di nav siruşta ku cil û bergên kesk li ber xwe kiriye û pêkanîna jiyana hêjîniyê her tim hezkirina gundiyan bi zeytûna xwe ve dide xuyakirin .

Li herêma Efrînê piştî 18ê Adara 2018an de ji wê rojê ve û ta niha binpêkirin û kiryarên nemirovî derheqê welatiyan de berdewam e lê nimûneya Lava û Lîlav û gerandina dîlanan bide strî û kelemek di çavên çekdar û erebên ku li Efrînê hatine bicîkirin û nameyan dişînin ku Efrînê her dixweze şên be .

Ş.E

415