
Li Minbicê 2 kes bi giranî birîndar bûn
May 18 2024
Li gundewarê Minbicê di encama teqîna mayîneke çandî de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Jêderek xwecihî ji deverê ragihand ku duh li gindê Şaş Hemdan yê bi ser Minbicê li rojhelatê Helebê mayîneke çandî yên paşmayên şer teqiya û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Li gorî amarên Rewangehê bi vê teqînê hejmara qurbaniyên paşmayên şer ji destpêka Çileyê û ta roja îro dighêje 218 kesan ji wê hejmarê 102 kes jiyana xwe ji dest dane, 116 kesên din jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok in.
135