Pevçûnên çekdaran, revandin, dizîna berheman û sepandina bacan li Efrînê berdewam in

Pevçûnên çekdaran, revandin, dizîna berheman û sepandina bacan li Efrînê berdewam in

Oct 27 2020

Nêzîkî 2 sal û nîv derbas dibin, û roj bi roj rewş berev tevlîhevî û têkdanê li herêma Efrînê diçe, asoyên çareseriyê tarî û nediyar in,
Ji ber ku diyardeyên çekan bi şêweyekî berçav belav e, her demekê çekdar bi hev dikevin, û ziyan sivîl dibînin, bê ku deshatdar bi rêkaran rabin.

Herî dawiyê li navçeya Cindirêsê bû, li gor rewangeha Sûrî ya mafî mirovan da zanîn ku çekdarên ser bi tevgera Ehrar Şam, û Ehrar Şerqiyê bi hev ketin, di encamê de rewşek tevlîheviyê çê bû.

Ji aliyê xwe ve jî jêderên xwecihî tekez kirin ku di encama wî şerî de, çekdar û zarokek birîndar bûn.

Her di vê çarçoveyê de du çekdaran bombeyek avêtin navenda çekdarên Feyleq Elmecid li taxa Eşrefiyê ya Efrînê, tê de çekdarek birîndar bû,

Ji bilî pevçûnan, piroseya revandinê berdewam e, ku çekdarên polîsên leşkerî û sivîl pê radibin, û li hember pereyan têne berdan, û malbetek nikarbia bacan bide dê di zîndanê de bimîne. Yek ji tawanên ku hatine belgekirin, çekdarên Emşat 7000 dolar li ser welatiyê Kurd Kamîran Ibrahîm Remedan sepandin, ji ber ku 2500 darên zeytûnan yên xwe û birayê xwe çinîne, rêxistina mafê mirovan tekez kiriye ku 1000 dar yên wî ne û darên din yên birayên wî ne, dema ku vegeriyaye gundê xwe 1000 hezar lîreyên Sûrî, û 4000 hezar dolrên Emerîkî da wan çekdaran, heta ku karîbû mala xwe careke din vegerîne.

Ev nimûne nimûneyek biçûk e ji kerasert û tiracidiyên ku li ser serê Efrîniyan de têne mişandin, ji bilî wî bi hezaran hene çend caran hatine girtin û revandin bi tometên cur bi cur piraniya wan tometan di rêveberiya PYDê û QSDê di kar kirine.

Di ser revandin û girtinê û bêkariyê û nearamiyê de, berhemên demsalan têne dizîn û destserkirin, ku jêdera herî tekane ye cotkarên Kurd e, ev binpêkirin rû didin ji ber ku di mejiyê wan çekdaran de ye ku mal mulkên Kurdan helal e û divê were dizîn û desteserkirin.

Ş.E

260