karwaneke leşkerî ya hevpeymaniya Navdewletî giheşt gundewarê Hesekê
Di çarçoveya bihêzkirina hebûna xwe li Sûriyê, Hevpeymaniya Navdewletî di şandina hêzên zêde de bo bingehên xwe bi taybetî bo rojavayê kurdistanê berdewam e herî dawî karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniyê derbasî bajarê Hesekê bû.
Jêderên xwecihî ragihand ku duh Çarşemê 15ê Gulana 2024an karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ku ji 27 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat, di rêya dergehê Elwelîd yê hesînorî bi Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê kurdistanê bû û li bingehên hevpeymaniyê li gundewarê Hesekê bi cih bû.
Roja 11ê Gulanê jî karwaneke hevpeymaniya navdewletî ku ji 40 alavî leşkerî tankên sûtemeniyê û otombêlên leşkerî û 2 helîkopteran pêk dihat ji bingeha Elumer ya perolê li Dêra Zorê gihîşt gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê.
109