Qamişlo.. Çekdarên PYD nivîsgeha Rojavayî ya  PDK-Sê  şewitand

Qamişlo.. Çekdarên PYD nivîsgeha Rojavayî ya PDK-Sê şewitand

May 14 2024

nivîsgeheke Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê hate şewitandin, û ziyan bi tenê madî bûn.

Jêderek taybet ji Arkê re ragihand ku berbanga îro Sêşemê 14ê Gulanê çekdarên PYDê êrîşî nivîsgeha Rojavayî ya Partiya Demokrata Kurdistana -Sûriya (PDK -Sê) li bajarê Qamişlo kir û şewitandin.

Di lêdwaneke taybet bo ARKê Nafih Ebdulla endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê got ku berbanga îro çekdarên PYDê dergehê nivîsgeha Rojavayî ya PDK-Sê li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê şikand û tevaya kelûpelên di nava nivîsgehê de dizîn û piştire şewitand.

Ebulla armanckirina nivîsgehên Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê şermezar kir û got "tevî şermezarkirina Balyozxaneya Emerîkayê li Sûriyê ji van kiryaran re lê tevî vê yeke hîn jî çekdarên PYDê di şewitandina nivîsgehên me de berdewam in".








77