Çekdaran serokê encûmena navçeya Mabeta serbest berda

Çekdaran serokê encûmena navçeya Mabeta serbest berda

Jan 09 2021

ARK NEWS... Li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, girûpên çekdar, serokê encûmena xwecihî ya navçeya Mabeta serbest berda.

Jêderekê ji malbatê ji ARKê re anî ziman ku Ebdulmutelîb Şêx Nesan, serokê encûmena xwecihî ya Mabeta, piştî binçavkirina bêtir ji du meh û nîvan, serbest hat berdan.

Heman jêderê bal kişand ser ku ew û endamên encûmenê bi giştî hatin berdan. Li gorî jêderê di 24ê Mijdarê sal bûrî 2020an hatibû binçavkirin, û beriya sê rojan hatin berdan.

Ş.E

226