Fêsel Yûsif: Niyaza Emerîka ji dubaredestpêkirina diyaloga kudî kurdî re heye

Fêsel Yûsif: Niyaza Emerîka ji dubaredestpêkirina diyaloga kudî kurdî re heye

May 18 2024

Berdevkê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê niyaza Emerîka derbarê dubaredestpêkirina danûstandinên Kurî Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî eşkere kir.

Di lêdwaneke taybet de bo ARKê Fêsel Yûsif Berdefkê Fermî yê ENKSê ragihand ku derdem Emerîka niyaza xwe derbarê dubaredestpêkirina diyaloga Kurdî Kurdî piştî rawestandina wê di dawiya sala 2020an de diyar dike, û tekeziyê li piştevaniya xwe ji seqemgeriyê, û rewestandina girjiyan re dike.

Yûsif amajê bi nebûna peywendiyên raste rast navbera herdu aliyên diyalogê re kir, û got aliyê din kar li ser avakirina nebaweriyê û nebûna jîngeheke gûncaw ji bo vegerê li sermasa danûstandinan dike ku Emerîka di hemû hevdîtinên xwe di gel wan banga vê yekê dike bi armanca piştevaniya aramiyê li deverê.

Yûsif Serbar kir" em nerîna xwe ji Emerîka û hin welatên Ewropî re derbarê yekrêziya navmala kurdî li Sûriyê û pêwîstiya bihêzkirina başcîraniyê û rêzgirtina taybetmendiya miletê kurd li Sûriyê, û parastina sivîlan û deverê ji destwerdan û milmilamiyên leşkerî diyar dikin."







88