Zêdetirî milyonek penaxwazî di sala 2023an de gihîştin Yekîtiya Ewropayê

Zêdetirî milyonek penaxwazî di sala 2023an de gihîştin Yekîtiya Ewropayê

Dec 26 2023

Sala 2023an li welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê ku li gorî amaran rêjeya herî zêde ya penaberan tomar kiriye, sala 2023an zêdebûneke berçav di hejmara penaxwazan de dîtiye.

Rêvebera Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA), Nîna Grêgorî, diyar kir ku hejmara penaxwazên li Yekîtiya Ewropayê di sala 2023'an de wê ji mîlyonekê zêdetir be, pêşbînî dike ku di sala pêş de hejmara penaberan zêde bibe. wiha got: "Cîhan li dora me her ku diçe xerabtir dibe.

Ji ber vê yekê di sala 2024an û şûnde pêdiviya parastina penaberan kêm nabe, lê di hin rewşan da zêde dibe. Sala 2024an wê bibe saleke dijwar."

Li gor hejmara EUAAyê ji serê sala 2023an heta cotmeha borî hejmara penaberiyê li Yekîtiya Ewropayê gihîştiye 937 hezarî, li gor hejmara EUAA ji sedî 22 zêde bûye. Rêjeyek ji Fransa û Italya bi hev re, ku duyemîn û sêyemîn wergirên penaberan in.

Di Hezîrana borî de, welatên Yekîtiya Ewropî gihîştin rêkeftinekê ji bo pêdaçûnê li ser sîstemên yekîtiyê yên girêdayî pêşwazîkirina hevbeş a wekhevtir ji penaxwaz û koçberan re, li gorî tiştê ku serokatiya Swêdê ya yekîtiyê ragihand, piştî ku wezîrên navxwe yên welatên Yekîtiya Ewropî lihev kirin. rêkeftinek sereke di çarçoveya çaksaziya sîstema koçberiyê de îmzekir.

116